Zeydî bi Wezîrê Xezîneyê yê DYE'yê re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Scott Bessent re hevdîtin kir.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Scott Bessent re hevdîtin kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî di çarçoveya serdana xwe ya li Washingtonê de, li gel Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Scott Bessent civiya ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Zeydî destnîşan kir ku Iraq îro li beramberî qonaxeke cuda ye ku tê de hewla avakirina dewleteke bihêz û xwedî serwerî dide, ku ji gendeliyê paqij be û xwedî aboriyeke bihêz û domdar be, hikûmetê di serê karên xwe yên pêşîn de, pirsa têkoşîna dijî gendeliyê û sînordarkirina çekan di destê dewletê de girtiye dest, ev yek jî bi rêya pakêteke ji pêngavên giring tê kirin.
Hate destnîşankirin ku Elî Zeydî di civînê de ragihand ku Iraqî dê di sala bê de bandor û encamên van gavan hîs bikin ku sala bê dê bibe şahidê başbûnê di gelek dosyayan de, di serê wan de enerjî û veberhênan, li gel bihêzkirina aramiyê hene. Hikûmet di pêkanîna proseya çaksazî û ji nû ve birêxistinkirina giştî ya kerta bankayan de berdewame, li gel çaksaziya bac û gumrikê, bi awayekî ku alîkariya avakirina aboriyeke çalaktir û domdar bike.
Di heman civînê de Wezîrê Xezîneyê yê DYE'yê Scott Bessent piştgiriya welatê xwe ji bo siyaseta hikûmeta Iraqê û arasteya wê ya cidî ji bo veguhastina peywendiyên navbera her du welatan ji hebûna leşkerî ber bi veberhênan, geşepêdana aborî û pêşxistina kerta bazirganiyê ku ji bo ku pêngav ber bi pêkanîna geşepêdaneke aborî ya rasteqîn, bi rêya sûdwergirtina guncaw ji wan çavkanî û hêza aborî ya ku Iraq xwedî ye, bê avêtin diyar kir.
Bessent amadebûna DYE'yê ji bo alîkarîkirina Iraqê û bihêzkirina wê di pêkanîna plan û bernameyên wê yên aborî de, li gel nehîştina wan astengiyên ku rûbirûyî geşepêdanê dibin û karkirin li ser dîtina nexşeyeke demkî ji bo piştgirîkirina aboriya Iraqê û bihêzkirina rêyên çaksaziya aborî û darayî dubare kir.